3 hunermend dê stranên Kerîm Kaban bêjin
Konsêrt dê ji bal Birêveberiya Hunerên Muzîkê ya Silêmaniyê li hola Tewar bê sazkirin.
Aram Kerîm ji ragihandin wê birêveberiyê ji AKnewsê re daxuyand ku jibilî her sê hunermendan dê hejmarek muzîkjenên birêveberiyê jî beşdariya konsêrtê bikin.
Kerîm aşkere kir ku hunermendên beşdar her yek ji Sîvan Ebas, Yasîn Mehmûd û San in.
Hunermend Kerîm Kaban derbarê sazkirina konsêrtê ji AKnewsê re got, “Berê heya min ji sazkirina konsêrtê heye û ez hêviya serkeftinê bo hemûyan dixwazim.”
AKnews
