• Monday, 23 February 2026
logo

Nûredîn Weysî: Trump derfeteke baştir li pêş Kurd vedike

Gulan Media November 10, 2016 Nûçe
Nûredîn Weysî: Trump derfeteke baştir li pêş Kurd vedike
Rojnamevanê Kurd Nûredîn Weysî, ku li Amerîka çavdêriya hilbijartina Serokatiyê dikir ragihand, Serkeftina Trump hevşêweya serkeftina Barak Obama di sala 2008an de ye, rojeke dîrokî ye û ji aliyê gelek kes ve ne dihat pêşbînîkirin jî. Herwiha ragihand, li gor beşeke mezin ji medyaya Amerîkayê, ku Trump serkeftina serkeftin nedianî û hilmeta wan jî li djiî wî bûn, lê bi pêçevanî Trump karî serkeftineke bihêz bidest bixe. Nûredîn Weysî diyar kir jî, Trump piştî 8 saln karî Komariyan bi hêz vegerîne ser desthlatê. Weysî Amaje kir jî, ku Trump dibe yek ji serokên bihêz yên Amerîka, bi taybet ku di Kongressê de Komarî piranî ne, ev di demekê de ye ku beşek ji serkirdeyên Komarî jî dijeyatiya wî berbijêrî dikirin.

Weysî ragihand, ezmûna demokrasiyê li Amerîka, ezmûneke dewlemend e û ligel derketina encaman, Hilary Clinton û Barak Obama pîrozbahiya Trump kirin. ligel wê yekê ku di dema kampîna hilbijartinê rexneyên tund li hev digirtin û sînor jî heta astekê jî bilind dikirin.

Trump piştî hilbijartinê

Derbarê bi yekem gotara Trump di piştî serkeftina wî di hilbijartinan de, Nûredîn Weysî diyar kir, medyay Amerîka nîşan dabû ku Trump kesekî bazarî ye û serşêt e û ne hêjayî siyasetê ye, lê gotara wî ya şeva borî Trump nîşan da ku ew dixwaze pêwendî bi hemû aliyekî re hebe.

Derbarê pêwendiyên derve yên Amerîka de ragihand, guhartinên balkêş di siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê rû dide.

Nûredîn Weysî derbarê serkeftina Trump amaje bi du xalan kir û ragihand, bijardeyên siyasî û rewşenbîrî dijî Turmp bûn, li xelkê li ser kolanan û spiyan zêdetir piştgîriya Trump kirin.

Xaleke din bo serkeftina wî berbijêrî Komarî ew bû, ku karî bi jîrane pirsa asayiş û armaniyê bikar bîne, ku berê Amerîka nermî nîşan dida.

Herwiha di warê aborî jî, Trump karî bawerî bi dengêran de, ku di hikûmetê wî de ku bazirganiyekî mezin e, dikare aboriya Amerîka vejîne û berve pêş ve bibe û got. “Dibe berjewendiya Amerîka sûd ji ezmûna Trump wergire.”

Kurd û hilbijartina Amerîka

Derbarê pirsa Kurd û hilbjirandina Amerîka de, Weysî ragihand, ew yekem car e doza Kurd bû beşek ji kampîna hilbijartina Amerîka, çi Trump û çi Hilary, piştgîriya Kurd li dijî DAIŞê kirin, çi li Başûr û çi li Rojavayê Kurdistanê.

Weysî tekez kir, ji Komariyan re dîrokeke baştir bi Kurd re heye, her çi Demokratî dudilî û gelek biryar nadin, lê siyaseta Komariyan zêdetir bi aliyê qazanca Kurd ve diçe, bi taybetî di bîst salên dawî de.

Weysî got jî.: “Rola Komariyan bo ragihandina navçeya dijefirînê di sala 1991an de û rûxandina rêjîma Sedam Hisên di sala 2003an de hebû. Nabe bibêjin ku guhartinên gelek taybet bi bo Kurd rû bide, lê siyaseta wan zêdetir ligel Kurd digunce.”

Herwiha got: “Pêwendiyên beşek ji serkirdeyên Komariyan baştir bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hene, reng e careke din din bêne ser desthilatê, ev jî di qazanca Kurd de ye.”

K24
Top