Pentagon: Di êrişên firokeyan de 119 sivîl hatine kuştin
Rêxistina Airways a nehikûmî ku baregeha wê li Londona paytexta Brîtanya ye ragihand bi sedema êrîşên firokeyên şer ên Amerîka li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê ji dema destpêkirinê ve di meha Tebaxa sala 2014an de, hezar û 787 kesên sivîl hatine kuştin.
Di heman demê de rêxistina Amnesty International ragihand ku, bi sedema êrîşa balefirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê bi kêmanî 300 kesên sivîl hatine kuştin lê Pentagon dibêje tenê 119 kesên sivîl hatine kuştin.
Duh fermandeyê serbazî yê Amerîka ji bo Rojhilata navîn di daxuyaniyekê de ragihand ku di dema 12 mehên derbasbûyî de bi sedema êrişên firokeyên şer ên Amerîka bi kêmayî 64 kes li Iraqê hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.
Rudaw
