Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Donald Trump dike
Ev li jêr teksta wê peyamê:
Bi helkefta hilbijartina serokê nû yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê, ez li ser navê xwe û hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li birêz Donald Trump serokê nû yê Amerîkayê dikim û ji kar û xebatên wî re serkeftinê dixwazim.
Ev hilbijartina serokatiya Amerîkayê di demekê de ku em mijûlî operasyona berfireh ya azadkirina Mûsil û derdûra wê û binbirkirina terorîstên DAÎŞ in. Xelkê Herêma Kurdistanê jî haydar in ku pêştir di dema kampaniyaya hilbijartina de birêz Donald Trump piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û pêşmergeyê Kurdistanê nîşan dabû û em gelek bi mereq çaverêya bicîkirina wê piştgiriyê dikin.
Li ser pirsa şerê dijî terorîstên DAÎŞ û şidexwaziyê Hevbendiyeke bihêz di navbera Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de heye û di vê çarçoveyê de her kar û wezîfeyeke hevbeş digel wê hevbendiyê hebe Herêma Kurdistanê amadeye bi cî bike. Em bi dilxweşî amadene li paşerojê pêşwaziyê li serdana serokê hikbijartiyê Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê bikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
09.11.2016
