• Monday, 23 February 2026
logo

Li Wanê êrîş: 4 kuştî

Gulan Media November 9, 2016 Nûçe
Li Wanê êrîş: 4 kuştî
Li navçeya Elbakê ya Wanê êrîşeke bi çekên lûledirêj li hember wesayita cerdevanan hat kirin ku 1 sivîl û 3 cerdevan hat kuştin.

Li gorî zanyariyên berdest, li Taxa Yavuzlarê ya navçeya Elbakê êrîşeke bi çekên lûledirêj li hemberî wesayita cerdevanan pêk hatiye.

Di êrîşa çekdarî de Mehmet Demîr ku sivîl bû tevî cerdevan Husnu Keskîn, Ekrem Keskîn û cerdevanê malnişîn hatiye kuştin.

2 cerdevanên birîndar jî bi ambûlansê ji bo Nexweşxaneya Elbakê hatiye veguheztin.

Li gorî malperên Tirkiyeyê êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin, lê li ser malperên PKKê ve di derbarê êrîşa çekdarî de ti zanyarî nehatiye belavkirin.

Hat zanîn ku li herêmê operasyonekê dest pê kiriye.

Rudaw
Top