• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniya Başîk kir

Gulan Media November 9, 2016 Nûçe
Serok Barzanî serdana sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniya Başîk kir
Roja çarşem 09.11.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniya Başîk kir.

Li vê serdanê da ku bi mebesta agahdarbûna ji rewşa bereyên şer û navçeyên azadkiriyan û rewşa Pêşmerge hate encam dan, Serok Barzanî pîrozbahiya azadkirina bajaroka Başîkê li gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman kir û spas û destxweşiyê jî li fermande û Pêşmergeyên wan hêzan kir ku beşdarî operasyona azadkirina bajaroka Başîkê bûne û serkeftinekî mezin li beranber terorîstên Da'îş tomar kirine.

Li vê serdanê de Serok Barzanî serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.

Di derbarê rewşa bajaroka Başîk û parastina asayîşa nava bajarokê Serok Barzanî şîretên pêwîst ji bo fermandeyên Pêşmerge xisterû û daxwaz kir ku bajaroka Başîk bi zûtirîn demî de ji mîn û teqemenî û paşmayên terorîstan bê paqij kirin, bo ku nîştecihên bajarokê bikarin bi baweriyê ve vegerin ser mal û warên xwe.

Top