Rayedarekî PDK-Sê: PYDê bi zora çekan xwe bi ser Rojava de sepandiye
Endamê Serkirdatiya PDK-Sê Nûrî Birîmo, ji malpera fermî ya PDKê re ragihand: “PYD bi hêza çekan û alîkariya rêjîma Sûriyê bûye deselata Rojavayê Kurdistanê, guh nade ti kes û aliyekî, ji ber ku azadî li cem wan tenê berjewendî û siyaseta PYDê ye, eger ti wisa jî nebe ti xwefiroş e û ti neniştimanperwer e, lewma xwe bi zorê bi ser xelkê Rojavayê Kurdistanê de feriz kirine û ji rêjîmê jî xerabtir tînin serê Rojavayê Kurdistanê. Cadeya Kurdî neligel wan e, ji ber ku çek û milîs di destê wan de ne û ya rastî ew e ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ligel ENKS û PDK-Sê de ne, ji ber ku xwediyê pirojeya netewî ne.”
Birîmo wiha got: “PYDê li dijî pirojeya netewî ye û kar bo têkbirina Rojavayê Kurdistanê dike, ku rojane xortên Rojava dide şehîdkirin û bê ku ti pirojeyekî wê bo paşeroja Rojavayê Kurdistanê hebe, lewma eger PYD li ser helwêstên xwe bimîne dê rewşa Rojava xerbtir bike û em êdî wan kiryarên wê yên xerab qebûl nakin û li dijî wan derdikevin da ku gelê me ji destê wan azad bibin.”
basnews
