Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo Serokê hilbijartiyê Amerîka
Hêvîdarim li wê erk û berpirsiyariya girîng û nû de serkeftî bin. Gelê Kurdistan ev demeke dirêje ketiye ber zulmekî zêde û neçar buyîn bi navê parastina nasnameya neteweya xwe û bi navê azadiyê da xebatê bikîn. Niha jî li şerekî qurs û mezin dayîn li beranber terorîstên Da'îş ku rêxistineke terorîstî cîhaniye û li wê rêyê da jî me qurbaniyeke zêde daye.
Spasî gel û Hikûmeta Amerîka dikîn ji bo wê yarmetî û piştevaniya bi me daye, li vê şerê dijî terorîstan, ku bêguman ew dijî bingehên mirovayetî û azadiyê ne li cîhanê da. Hêvîxwazîn ew yarmetî û hevpeymaniya me li paşarojê de zêdetir berdewam û bi hêztir bê. Gelê Kurdistanê ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa li benda piştevaniyekî tevahî ji cenabê we dike.
Careke din pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikîn û hêviya serkeftinê dixwazîn.
Mesûd Barzanî
Hewlêr
09.11.2016
