• Monday, 23 February 2026
logo

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo Serokê hilbijartiyê Amerîka

Gulan Media November 9, 2016 Nûçe
Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo Serokê hilbijartiyê Amerîka
Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve ji bo hilbijartina ya wekî Serokê nû yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we dikîn.

Hêvîdarim li wê erk û berpirsiyariya girîng û nû de serkeftî bin. Gelê Kurdistan ev demeke dirêje ketiye ber zulmekî zêde û neçar buyîn bi navê parastina nasnameya neteweya xwe û bi navê azadiyê da xebatê bikîn. Niha jî li şerekî qurs û mezin dayîn li beranber terorîstên Da'îş ku rêxistineke terorîstî cîhaniye û li wê rêyê da jî me qurbaniyeke zêde daye.

Spasî gel û Hikûmeta Amerîka dikîn ji bo wê yarmetî û piştevaniya bi me daye, li vê şerê dijî terorîstan, ku bêguman ew dijî bingehên mirovayetî û azadiyê ne li cîhanê da. Hêvîxwazîn ew yarmetî û hevpeymaniya me li paşarojê de zêdetir berdewam û bi hêztir bê. Gelê Kurdistanê ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa li benda piştevaniyekî tevahî ji cenabê we dike.

Careke din pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikîn û hêviya serkeftinê dixwazîn.

Mesûd Barzanî
Hewlêr
09.11.2016
Top