Serkonsulê Fransa: Divê em alîkariya gelê kurd bikin
Serkonsulê Fransayê yê Hewlêrê Dominique Mas ku beriya 2 mihan li Herêma Kurdistanê dest bi peywirê kiribû, îro li Hewlêrê serdana kampa koçberan a Dibege kir.
Dominique Mas ji Rûdawê re ragihand mebesta serdana wî derbarê rewşa koçberan de bi rayedarên rêxistinên sivîl û kampên re gotûbêjan bike û li ser alîkariyên di demên bê de biyarên bidin.
Piştî ku rêxistina DAIŞê çend herêman Iraqê dagir kir, nîştecihên wan herêman koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Herwiha piştî ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir koçber li herêmê zêde bû û kampên nû ji bo koçberan hatin avakirin.
Serkonsulê Fransayê wiha domand: “Ez hatime li vîr piştevaniya xwe ji koçberan rabigihînim. Em piştevaniya Herêma Kurdistanê, Iraq û rêxistinên sivîl dikin ku alîkariya Kampa Dibegeyê dikin.”
Koçber dibêjin ew li kampê di bin mercên zehmet de dijîn û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin ku sedema vê yekê kirîza darayî û nepeydakirina alîkariyê ye. Derbarê vê yekê de Mas jî wiha got: “Kamp bi gellekî qelebalix e. Ez ligel çend kesam axivim, ez pirsgirêkên wan fêm dikim.”
Dominique Mas di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Îro li vîr me ligel rêxistinên sivîl ên Fansayê rewş nirxand û dê alîkariya bide koçberên li kampê. Hikûmeta me ji bo piştgiriya Iraq û gelê Kurd bike planek amade kiriye. Ezê herim Parîsê rapora xwe pêşkêş bikim. Ezê rabigihînim hestên me û gelê Kurd weke hev in û divê em alîkariya Iraq û gelê Kurd bikin.
Rudaw
