• Monday, 23 February 2026
logo

Heşdî Şeibî berevajî biryara Ebadî xwe nêzîkî Telaferê dikin

Gulan Media November 9, 2016 Nûçe
Heşdî Şeibî berevajî biryara Ebadî xwe nêzîkî Telaferê dikin
Milîsên Heşdî Şeibî xwe nêzîkî bajarokê Telefera ser bi parêzgeha Nînowa dikin.

Li gor nûçeya Ruetersê çekdarên milîsên Heşdî Şeibî li navçeya Cerda a rojavayê Mûsilê xwe kom kirine û ber bi bajarokê Telaferê di pêşde çûnê de ne û rêveberên sunne jî berdewam behsa metirsiya milîsên şîe dikin û wek gef ji xwe re û sunneyên hemwelatiyên parêzgeha Nînowa dibînin.

Nêzîkbûna milîsên Heşdî Şeibî ji bajarokê Telaferê re, piştî ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gef li wan kiribûn ku eger milîsên şîe nêzîkî Telaferê bibin wê demê artêşa Tirkiyê wê helwêsta xwe cuda be.

Berî naha parlamenter û gotûbêjê encûmena rû spiyên bajarokê Telaferê Îzedîn Dewle di daxuyaniyekî rojnamevanî de ragehandibû ku, encûmena wan daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye ku rê nede milîsên Heşdî Şeibî û PKK beşdarî operasyona rizgarkirina Telaferê bibin.

Herwaha li gor gotinên Îzedîn Dewle; Ebadî daxwaza wan qebûl kiriye û ragehandiye ku polîsê Îtîhadî, artêş û dezgayê dijî teror ê Iraqê beşdarî rizgarkirina Telaferê dibin û piştî rizgarkirinê jî pêwîste xelkê navçeyê hêzekî hevbeş bo parastina xwe ava bikin.

Basnews
Top