Gelo siyaseta Amerîka li himberî Kurdan piştî hilbijartinan tê guhertin?
Di demekê de ku, Amerîka piştvaniya serxwebûna Herêma kurdistanê, herweha danpêdanê bi fedralîzma ku, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin nake,hin çavdêr jî dibêjin ku, Amerîka weke welat ji aliyê saziyan ve bi rê ve diçe û eger jibo şerê terorê alîkariyên leşkerî pêşkêş dike,nayê wê wateyê ku, di warê siyasî de heman helwest hebe, ev yek di gotarên her dû kandîdên serokatiya Amerîkayê de têne diyar kirin.
Hin çavdêrên siyasî dibêjin ku, li gor kampîna Hillariy Kilinton a serokatiyê,berdewamiyeke ji pirojeyên Barak Obama re ku, di heyama 8 salan de ti gavên berçav ji kurdan re ne hatine avêtin.
Ji aliyeke din ve li gorî hevdîtinên kandîdê komariyan Donald Trump ji medyayê re,tekeziyê li ser têkiliyên Amerîka bi welatên dewlemend re nîşan dide,loma pêwiste kurd vê yekê bi cidî liber çavan bigrin û li gorî siyaseta berjewendiyên hevbeş têkiliyên xwe bi rêveberiya Amerîkayê re deynin.
Rudaw
