Dr. Silêman bi şehîdbûna xwe Kurd kirin yek!
Cenazeyê Pêşmergeyê şehîd Doktor Silêman li gundê wî Çilkanî ya ser bi Çewligê ve bi alên Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Beriya ku cenaze bispêrin axê, cara dawîn cenazeyê Doktor Silêman bo dawîn xatirxwastina ji malbatê birin hewşa mala wî ya li gund. Li gund xemgînî, dilêşî û xwedîderketineke zêde hebû.
Cenazeyê Dr. Silêman li Bakur bi xwe re yekrêziyê jî anî. Gelek partî û aliyên ku nedibûn yek, di merasîmên cenazeyê pêşmerge de hatin ba hev. Ev yek weke peyama yekitiyê ya pêşmerge hate şîrovekirin.
Serkirdeyê PDK’ê, Elî Ewnî ku di merasîma oxirkirina cenazeyê pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman amade bûye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman ji bo her 4 parçeyên Kurdistanê û bo serxwebûna Kurdistanê xebat dikir.
Elî Ewnî got: “Dr. Sait ji karê rêxistinî yê her partiyekê derbas bibû û weke têkoşerek û qehremanek netewî yê me li ser her 4 parçeyên Kurdistanê xebat dikir. Li her derekê ku têkoşînek û xebatek biçûk heba, û dîtiba ku kar bo serxwebûna Kurdistanê tê kirin, xwe li wê derê didît.”
Digel xelkê Bakur, ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî hin keyaset li ser cenaze amade bûn. Wan jî bal kişand ku Dr. Silêman tenê ji bo serxwebûnê canê xwe daye.
Endamê Navenda PDK-S’ê, Evdilbasît Hemo jî ji Rûdawê re got:
“Em îro yek dest û yek bin. Bi şehadeta Dr. Silêman, Kurdistan yek berg eû yek mil e. Sînorê parçebûna Kurdistanê bi şehadeta Dr. Silêman nema. Azadî û serxwebûn nêzîk e. Bi rizgarkirina Mûsilê, dê berê me bikeve Rojavayê Kurdistanê, Qamişlo, Kobanî û Efrînê û piştre jî ber bi milê Bakurê Kurdistanê ve. Dê azadî û serxwebûn nêzîk be.”
Bakuriyên ku beşdarî cenaze bûn jî xwestin peyama yekrêzî û daxwaza bilindkirina ala dewletbûnê ya Dr. Silêman baş bê fêmkirin.
Siyasetmedar Fuad Onen: “Em ti caran dagîrkeriyê qebûl nakin. Her canê me dê di rêya oxira azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê de xwebeşî be. Dr. Sait mînaka wê yekê ye.”
Di merasima cenazeyê Dr. Silêman de tim dirûşmên li ser “serxwebûna Kurdistanê” hatin berzkirin. Ji xeynî alên Kurdistanê jî alên ti partiyan di merasimê de cih negirt.
Roja 26ê Cotmeha 2016, Dr. Silêman li gundê Tîsxiraba Mezin a Başîkê û di demekê de ku mijûlî pûçkirina bombeyeke DAIŞê bû, bombe pê ve teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bû.
Piştî ku bo dermankirinê bo Almanya hat veguhastin, roja 30ê Cotmeha 2016 ji ber giraniya birînan, şehîd ket.
Rudaw
