• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Bila Amerîka YPG ji Minbicê derxîne

Gulan Media November 9, 2016 Nûçe
Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Bila Amerîka YPG ji Minbicê derxîne
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu daxwaz ji Amerîka kir, çawa ku soz dabûn Tirkiyê tevahiya şervanên YPGê ji bajarê Minbicê yê Sûriyê derxînin.

Mevlût Çavûşoglu îro li parlamentoya Tirkiyê axivî û behsa wê yekê kir ku Amerîka derheqê YPGê de soz dabû wan lê sozên bicîh nehaniye.

Çavûşoglu bang li Amerîka kir sozên xwe bicîh bîne û got, bi qasî ku em dizanin 200 endamên YPGê hîn li Minbicê mane û derbasî rojhilatê çemê Firatê nebûne. Ji ber wê jî bila Amerîka wan ji wir derxîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê anî ziman ku eger Amerîka wan derxîne Tirkiye dê bixwe tedbîrên xwe bigire.

Basnews
Top