Civîna civata wezîran tekîdê li ser geşkirina sektora çandinyê dike
Di destpêka civînê de, serokwezîr li ser navê civata wezîran pêşkeftin û serkeftinên berdewamên pêşmergeyê Kurdistan, arteşa Îraq û welatên hevpeyman ji bo jinavbirina terorîstên DAÎŞ li Mûsil û derdûra wê bilind nirxandin, sersaxî li malbatên şehîdan kir û ji birîndaran re hêviya selametiyê xwest.
Kerîm Şingalî wezîrê karûbarên pêşmerge bi wekalet, li ser rewşa giştiya ewlehiya Herêma Kurdistanê û bi taybetî rewşa bereyên cenga dijî terorê û serkeftinên berdewamên pêşmerge li dijî terorîstên DAÎŞ di çarçoveya operasyona azadkirina Mûsil û hatina hijmareke zêdetir ya koçberan bo Herêma Kurdistanê raporek pêşkeşî civînê kir. Şingalî diyar kir ku ji destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê û heta niha 56 hezar koçber hatina Herêma Kuridtanê û ew hijmar ber bi zêdebûnê ve diçe.
Raber Sedîq birîkarê wezareta darayî û aborî bi wekalet, li ser rewşa êkonomîya Herêma Kurdistanê raporek pêşkeşî civînê kir û tê de dahatinî û xerciyên giştî û pilan û amadekariyên wezareta darayî û aboriya Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina miaş û xerciyên giştî berçav kirin.
Aşitî Hewramî wezîr samanên xwezayî bi data û hijmar û zaniyariyên pêwîst behsa hinartin, berhemanîn û dahatiniyê nefta Kurdistanê kir û îspat kir ku zaniyariyên kanala NRT ku li ser dahatiniy nefta Herêma Kurdistanê raporeke weşandibû nerastin û wê kanalê zaniyariyên xwe ji çavkaniyên biyanî yên nediyar û biguman wergirtine. Civata wezîran kompaniyên navdewletî yên li herêma Kurdistanê di warê neftê de kar dikin raspartin ku li ser rêjeya berhemanîn û hinartina nefta Kurdistanê raporên xwe eşkere bikin daku êdî tu kes nikaribe vê dosyeyê ji bo armancên xwe û şlûkirina rastiyan bikarbîne.
Ebdulsetar Mecîd wezîrê çandiniyê li ser sektora çandiniyê û rewşa avê li herêma Kurdistanê raporek pêşkeşî beşdarên civînê kir û tê de zaniyariyên pêwîst li ser berhemê çandin û peleweran diyar kiribûn. Li gor wê raporê berhemên çandin û peleweran li gor salên borî baştir û bi awayekî ber bi çav zêdetir bûye ku ji pêdawîstiyên navxweyê zêdetir e. Di raporê de hatibû pêşniyar kirin ku ji bo parastina berhemên xwemalî giringî bi pîşesaziya çandiniyê bê dan.
Li gor rewşa avê, wezîrê çandiniyê got ku heta niha çen pirojeyên startejîk yên ji bo parastina samanên avê li herêma Kurdistanê hatine bi cîkirin û hindek li jêr bicîkirinê ne lê ji ber kirîza êkonomî rawestane.
Nêçîrvan Barzanî xebat û çalakiyên wezîr û stafê wezareta çandiniyê ji bona zîdekirina berhemên çandin û peleweran bilind nirxandin got ku giringiya berhemê çandin û peleweran ji berhemê neftê nekêmtir e û divê ew bibe çavkaniya darayî ji bo herêma Kurdistanê, bi rêya piştgîrîkirina sektora çandiniyê, ew sektor dê di berfirekirina çavkaniyên darayî ji bo Herêma Kurdistanê rolek giring hebe.
