• Monday, 23 February 2026
logo

McGurk: Em pişta xwe bi Hêzên Pêşmerge girêdidin

Gulan Media November 9, 2016 Nûçe
McGurk: Em pişta xwe bi Hêzên Pêşmerge girêdidin
Nûnerê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî de ragehand ku, ew di şerê li dijî DAIŞê de, pişta xwe bi Hêzên Pêşmerge girêdidin.

Derbarê vê yekê Nûnerê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî Brett McGurk, li ser malpera xwe ya twîtterê daxuyaniyek belav kirbû, tê de wiha gotibû:"Di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê em pişta xwe bi Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî yên ku ji aliyê me ve hatine perwerdekirin, girêdidin."

Di 17ê meha borî de Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê destpê kir.

K24
Top