• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê kir

Gulan Media November 8, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê kir
Roja sêşem 08.11.2016 li Selaheddin birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Faleh Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Musil û pêşketin û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mîhwerên bakûr û rojhilat û başûrê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê û pabendbûna wan ya bi cîhkirina qonaxên planên operasyona azadkirina Musilê kir.

Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasiya Iraqê û rewşa navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top