Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştîmaniya Iraqê kir
Li hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Musil û pêşketin û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mîhwerên bakûr û rojhilat û başûrê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê û pabendbûna wan ya bi cîhkirina qonaxên planên operasyona azadkirina Musilê kir.
Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasiya Iraqê û rewşa navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
