Ji Netewên Yekbûyî bo Musilê daxuyaniya bi fikar!
Di daxuyaniya OCHA de tê xuya kirin ku tenê di 5-6ê Mijdarê de derdora 5 hezar mirov neçar bune malên xwe bi cîh bihêlin, eger operasiyonên leşkerî pêş bikevin wê ev hejmar zêdetir jî bibe.
Di daxuyaniyê de, kordînatorê karê mirovî ya Iraqê ya Netewên Yekbûyî Lise Grand gomana kûr a ku di Musilê de zêde buna mirina medeniyan ango sivîlan, bikar anîna medeniyên ku DAIŞ dike mertalên zindî û zarokên ku ji bo şerkirinê neçar dike û di vê derbarê de nîgeraniyên xwe anî ziman.
Di daxuyaniya rêxistina tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) de jî, li Tîkrît û Semara yê de ji bo êrîşa cihê sivîlan ambulans bi kar anîn hat şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku li Tikrîtê di encama êrîşa bombeyên zindî ya ku bi ambulansê hatiye bikar de, agahiya kuştina 20 sivîlan gihiştiye destê wan. Ji ber vê jî tê diyar kirin ku bi kar anîna wesayîtên tibî ji bo êrîşên bombeyî, di bin metirsiya ewlekariyê dene û ev jî dibe sedem ku di rewşên awerte de ji bo pêwîstiyên lezgîn tevger kirin astengiye.
Basnews
