• Monday, 23 February 2026
logo

Mislim: Ti plana me bo birêvebirina Reqayê tune ye

Gulan Media November 8, 2016 Nûçe
Mislim: Ti plana me bo birêvebirina Reqayê tune ye
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim diyar kir ku, ti planeke wan ji bo rêvebirina bajarê Reqayê tune ye.

Li gor nûçeya “Dagens Nyheter”, Hevserokê PYDê Salih Muslim derbarê operasyona rizgarkirina Reqayê de wiha got; Ji bo me ya giring ew e, em li her cihê DAIŞ lê hebe, tekoşînê bimeşînin.

Mislim got, hebûna DAIŞê ya li Reqayê ji bo Kurdan metirsî ye. Lê di pêşerojê de ti îdiayek me nîne, ku em Reqayê birêve bibin.

Derbarê Artêşa Azad ya Sûriyê de jî Mûslim wiha got, Ew ne azad û ne jî ji Sûrî ne. Ew cîhadiyên biyanî yên dixwazin li Sûriyê dewleteke Îslamî ava bikin, in.

Salih Mislim destnîşan kir ku, nabe hêzên navnetewî siberoja Sûriyê diyar bikin û got, em bawer nakin Sûriye weke dewletekê bimîne. Ji ber vê, em sîstemeke federal diparêzin.

HSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke ye, di roja 6 Mijdarê de operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê dest pê kir.

K24
Top