Tirkîyê û Amerika li ser oparasyona Reqqayê rêkeftin
Cozêf Danford, serok erkanê supayê Emrîka, piştî di gel serok erkanê supayê Tirkîyê kom bû, ragehand; helsengandin bo rizgarkirina Reqqe hatîye kirin û got; Tirkîya û hevpeymanîya navdewletî bi serkêşîya Amerîka, li ser planeka hevpişk bo rizgarkirin û birêvebirina bajarê Reqqe rêkeftîne.
Danford aşkra kir; bi hizra wan şîyanên hêzên Sûrîya demokrat bo operasyona rizgarkirina Reqqe û birêvebirina wî bajarî weku pêdvî nînin.
Danford amaje jî da; hêzên xwecih yên deverê û hêzên nêzîkî Reqqe, dê serpereştîya operasyona wî bajarî bikin, aşkere jî kir; di operasyonê da dê zêdetir pêdvî bi hêzên Ereban bin.
War.tv
