• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkîyê û Amerika li ser oparasyona Reqqayê rêkeftin

Gulan Media November 8, 2016 Nûçe
Tirkîyê û Amerika li ser oparasyona Reqqayê rêkeftin
Serok erkanê supayê Amerîka ragehand; Tirkîyê û hevpeymanîya navdewletî bi serkêşîya Amerîka, li ser plana rizgarkirina bajarê Reqqe û birêvebirina wî bajarî, rêkeftine.

Cozêf Danford, serok erkanê supayê Emrîka, piştî di gel serok erkanê supayê Tirkîyê kom bû, ragehand; helsengandin bo rizgarkirina Reqqe hatîye kirin û got; Tirkîya û hevpeymanîya navdewletî bi serkêşîya Amerîka, li ser planeka hevpişk bo rizgarkirin û birêvebirina bajarê Reqqe rêkeftîne.

Danford aşkra kir; bi hizra wan şîyanên hêzên Sûrîya demokrat bo operasyona rizgarkirina Reqqe û birêvebirina wî bajarî weku pêdvî nînin.

Danford amaje jî da; hêzên xwecih yên deverê û hêzên nêzîkî Reqqe, dê serpereştîya operasyona wî bajarî bikin, aşkere jî kir; di operasyonê da dê zêdetir pêdvî bi hêzên Ereban bin.

War.tv
Top