• Monday, 23 February 2026
logo

HDPê daxwaz ji Barzanî kir bibe alîkar

Gulan Media November 8, 2016 Nûçe
HDPê daxwaz ji Barzanî kir bibe alîkar
Parlementerên partiya demokrata gelan (HDP) piştî azadbûnê, daxwaz ji Barzanî dikin ku rola ji bo azadkirina hevserokên HDPê bilîze û serkirdeyeke PDKê jî dibêje Barzanî tiştê ji dest wî bê dê bike.

Piştî girtin û desteserkirina hevserok û perlementerên HDPê, parlementerê azadbûyê yê Amedê, Îmam Taşçier di daxuyaniyek de bo BasNews got: ”Bila Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwedî li HDPê derkeve û rola xwe ji bo serbest bedana hevserok û parlementerên HDP bilîze.

Wî berpirsî berdewamî da û got:” Ez barzanî xwedanê HDPê dizanim herwaha got Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dixwaze êrîşî Rojava jî bike, û Rojava jî pêwîstî bi Barzanî heye û divê Barzanî rola xwe di wê derê de jî hebe û aşkere kir ku em dixwazin kurd li hemû şûnekê yekgirtîbin û di demên tengasiyan de jî pişta hev bigirin.’’

Parlementerê partiya demokratîk a gelan li bajarê Wanê Adem Gewerî, ji BasNewsê re ragihand ku :” Naha alîkarî û rola Barzanî ji bo HDP pêwîste taybet jî di azadkirina hevserok û parlementerên HDP de ji ber şerê bakûr û xirabiya rewşa Tirkiyê bandorî heye li ser aramiya Kurdistana Başûr jî.
Wî parlemanterî amaje bi vê yekê jî kir ku:”Barzanî dikare li gel hikûmeta Tirkiyê ji bo azadkirina hevserok û parlementerên HDPê qise bike û pêşniyar kir ku ji bo başbûna rewşa Kurdistana bakûr, partiya karkerên Kurdistanê (PKK) û partiya demokrata Kurdistanê (PDK) bila nêzî hev bin û li gel yek bicivin.

Cihê gotinê ye ku berî naha jî nûnerên HDPê li Kurdistana başûr de daxwaz ji Barzanî kiribûn ku wek kesayetek siyasî û serok li nav kurdan de rolê xwe hebî herwaha bandorek zêde li ser civaka navdewletî û navçê de ji aliyê niştimanî û netewî heye.

Basnews
Top