Barzanî: Nabe ku mînber bibin amûrekî siyasî
Konferansa olî ya bi navê "Ber bi gotareke ayînî ya henseng li ser bingeha mirovdostî û aştiya cvakî" li Hewlêrê dest bi karên xwe kir.
Di konferansê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya rola pêşmerge kir ku li hemberî rêxistineke weke DAIŞê li berevaniyê dike.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku çave gelê Kurd û pêşmerge li mamostayên olî ye ku tndiyê ji holê rakin û got, ew naxwazin di navbera xelkê herêmê de pevçûnên mezhebî û nijadî derbikeve.
Di beşekê axaftina xwe de wiha behsa şerê Hêzên Pêşmerge yê bi DAIŞê re kir: “Helwestekî mezin û girîng a pêşmerge heye. Pêşmerge ji bo têkbirina DAIŞê cesareteke mezin nîşan daye. Hem pêkhateyên li Kurdistanê û hem jî sînorên din diparêze.”
Barzanî amaje kir nabe ku mînber bibin amûrekî siyasî û herwiha daxwaz ji mamostayên olî kir ku rê nedin ku minberên mizgeftan bo êrîşkirina ser çi kesî bêne bikaranîn û rê nedin ku ew bikevin bin bandorên siyasî û li şûna wê fikrê bihevre jiyanê xurtir bikin.
Rudaw
