Îro Amerîkî serokekî nû hildibijêrin
Partiya Demokratîk ku Hilary Clinton Wezîra Derve ya berê ya Amêrîkayê bi awayekî fermî kandîd kir, û Tim Kaine Sînatorê ji ber wîlayeta Verginia ve weke cîgirê xwe binav kir.
Partiya komarî ku kandîdê wê sermayedarê Amêrîkî Donald Trump e, Serokê Encûmena Birêveberiya Kompanyên “Trump” e, cîgirê wî jî Mike Pence parêzgerê wîlayeta Indiana ye.
Green Party an ku partiya kesk, ku partiyeke çaremîn mezintirîn partî li Amêrîkayê ye, kandîda wê jî Jill Stein e ku pizişk e, Ajamu Baraka cîgirê serok e.
Partiya Libertarian, yê liberal Gary Johnson parêzgerê wîlayeta New Mexico kandîdê serokatiyê ji ber wê partiyê ve ye, cîgirê wî jî William Weld e.
Partiya Destûr, ku partiyeke conservative û pabendî destûr û Incîlê dibe, Darrell Castle yê parêzer ji ber xwe ve kandîd kir û Scott Bradley weke cîgirê wî destnîşan kir.
Partiya Rîformê, ku sala 1997 ji partiya rîformê ya sereke cuda bûye, kandîdê wê Rocky De La Fuente ye, Michael Steinberg Cîgirê serok e.
Ji bilî kandîdên partiyan, du Kandîdên serbixwe jî hene ew jî Evan McMullin û cîgera wî Mindy Finn e. Herwiha Laurence Kotlikoff û cîgirê Wî Edward E. Leamer.
Îro 8 Mijdarê jî welatiyên Amêrkayê dê deng bidine van 8 kandîdan, egera mezin jî ku dê pêşbirk tenê navbera herdu kandîdên partiyên sereke yên Demokratîk û Komarî bin, şansên kandîdên din jî kêm e.
k24
