• Monday, 23 February 2026
logo

Deriyek sînorî di navber Hewlêr û Şino dê vedibe

Gulan Media November 8, 2016 Nûçe
Deriyek sînorî di navber Hewlêr û Şino dê vedibe
Serkonsolê Îranê Mûrteza Êbadî û qaymeqamê Soranê îro 08.11.2016 di kongreyeke rojnamevanî de ragihandin ku : ”sala bê di navbera bajarê Şino û parêzgeha Hewlêrê de derîyek sînorî vedibe.’’

Mûrteza Êbadî di kongreya rojnamevanî de got: ”Li gor rêkeftina navbera komîta hevbeş a Îranê û Herêma Kurdistanê, her şeş mehan carekê dicivin û di civînê de me biryar daye ku em asta hevkarî di navbera Îranê û Herêmê de zêde bikin û bo vê armancê jî peyvendiyên bazirganî yên parêzgeha Hewlêrê û parêzgeha Ormiyê çalak bikin û ji ber vê yekê deriyeke sînorî (Kêleşîn) bi fermî vekin.

Di bersiva pirsa ku Îran rexne li hikûmeta herêma Kurdistanê digire ku nabin asteng li ber çalakiyên çekdarî yên hizbên Kurdistana rojhilat, Wî berpirsî got : ‘’Bepirsên siyasî û leşkerî li Tehranê li hember wan çalakiyên çekdarî nigeranê û dixwazin wan çalakiyan rawestînin lê belê hinek grûp dijber şoreşa Îranê aramî û ewlehiyê sînoran têk didin û me divê wê yekê astengbikin û li gor peymanên ku herdû aliyan kiriye hêvîdarin ev pirsgirêk di demek nêz de çareser bin.’’

Serkokonsolê komara Îranê li Hewlêrê di ser deriyê Hacî Omeranê jî got: her çende ku asta pêvendiyên me yên bazirganî di navber herdû aliyan de zêde bûya li belê deriyê Hacî Omeran hinek lawaz bûye, ji ber sînor li dema şer de zerer dîtine. Em dixwazin niştecîhê her du aliyan ji wan hevkariyên bazirganî sûdmend bin û eger em sînorekê vebiken hem bi qazança bajarê Soran û Çomanê, hemjî bi qazança Şino û derdora wê dibe.

Vekirina wî deriyê sînorî li navçeyên çiyayî û çiyayê Kêleşînê di navber Hewlêrê û bajarê Şino yê de, demekê daye ku du sale, hizba demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) li ser wan sînoran bicih bûye.

Basnews
Top