• Monday, 23 February 2026
logo

Bexda ji bo Enqerê: Ji Iraqê derbikevin û Ocalan berdin

Gulan Media November 8, 2016 Nûçe
Bexda ji bo Enqerê: Ji Iraqê derbikevin û Ocalan berdin
Serokomariya Iraqê girtina hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê wê şermezar kir.

Serekşêwirmendê Serokomarê Iraqê Ebdulatîf Cemal Reşîd di daxuyaniyekî de girtina hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag li gel çend parlamenterên din ên wê partiyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir.

Ebdulatîf Cemal Reşîd wiha got: “Em helwesta rêveberiya Tirkyê ya hişk li hemberî çend parlamenter û rêvebirên partiyên kurd bi tundî şermezar dikin. Ev helwesta antîdemokratîk a li beramberî kurdên tevdigerin ne tiştekî nû ye. Ev yek, rûye rasteqîn ê Tirkiyê yê li dijî mafê mirovan destnîşan dike.

Em vê helwestê şermezar dikin, em dixwazin Tikiyê bidawî li siyaseta dîktatorî ya li hemberî Kurdan bîne û Rêberê PKKê Birêz Abdullah Ocalan, hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û çend parlamenterên din ên wê partiyê serbest bêne berdan.”

Reşîd di berdewamiya daxuyaniyê de ragihand: “Em dixwazin Tirkiye hêza xwe ya li Herêma Kurdistanê û parezgeha Mûsilê derbixe û xwe tevlî karên navxwe yên Iraqê neke.”

Rudaw
Top