• Monday, 23 February 2026
logo

Kurdistanê bersiva tehdîdên Îranê da: Em rê nadin ti kesî...!

Gulan Media November 7, 2016 Nûçe
Kurdistanê bersiva tehdîdên Îranê da: Em rê nadin ti kesî...!
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî bersiva tehdîdên Îranê da û bi redkirina îdiayên alîkariya Herêma Kurdistanê bo dijminên Îranê, tekez kir, ew bi ti awayî rê bi ti aliyekê nadin Asayişa Herêma Kurdistanê were têkdan.

Piştî ku Şêwirmendê Pilebilind ê Leşkerî yê Ayetullah Elî Xaminêyî yê Rêberê Îranê, general Yehya Rehîm Sefewî îdia kir, ku Herêma Kurdistanê alîkariya dijminên Îranê dike û derbarê egera serxwebûna Kurdistanê de jî gef li berpirsên Kurdistanê xwar, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem bersiva tehdîdên Îranê da.

Berpirsê Fermangeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Herêma Kurdistanê pabendî prensîp û bingehên navdewletî ye bo serederîkirin li gel nûneratiyên welatên biyanî û konsulxaneyan. Hebûna nûnerên 36 welatan li Herêma Kurdistanê jî, bi wateya bihêzî ya pêwendiyên sitasî û dîplomatîk ên me li gel wan welatan û hebûna baweriyê di navbera her du aliyan de ye.”

Felah Mistefa got: “Li gorî rêkevtin û bingehên navdewletî, kar û erkên konsulxaneyan li Herêma Kurdistanê hatiye rêkxistin. Konsulxane jî bi razîbûna Hikûmeta Federal û Civata Wezîran, ofîsên xwe vekirine. Ew konsulxane bo xurtkirina pêwendiyên siyasî, aborî, kulturî û hemû pêwendiyên din in, û ne ji bo têkdana asayişa Herêma Kurdistanê yan jî welateke din ê cîran in.”

Derbarê axavtinên îro yên Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Îranê de, ku gotibû; “Herêma Kurdistanê alîkariya dijminên Îranê dike, bi rêya konsulxaneya Siûdiyê”, partiya Barzanî hevkariya neyarên Îranê dike, Felah Mistefa wiha bersiv da:

“Beşa konsulxaneya şahnişîna erebî ya Siûdiyê, ez ji wan re dihêlim, bila ew bi xwe bersiva wan tohmet û axavtinan bidin. Lê belê beşa girêdayî Herêma Kurdistanê, em hemû wan gotinan red dikin. Em daxwaz jî dikin, berê ku daxuyanî were dan, hizir lê bihê kirin, em pabendî parastina berjewendiyên hevbeş ên cîrantiyê û geşedan bi pêwedniyên xwe li gel welatên cîran in.”

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ew rê nadin ti kesî ku asayişa Herêma Kurdistanê têk bibe û bibe gef bo ser asayişa ti welatek din jî. Felah Mistefa got: “Em dixwazin, me baştirîn peywendî li gel cîranên xwe hebe.”

Mistefa di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir, ku Herêma Kurdistanê beşek ji civaka navdewletî ye, pêwendiyeke berfireh li gel welatên cîhanê heye û herwiha Herêma Kurdistanê faktora sereke ya tenahî ûn ewlehiyê li Iraqê û herêmê ye.

Şêwirmendê Rêberê Îranê, Yehya Rehîm Sefewî îro bi tundî hişyarî dabû Herêma Kurdistanê û bi alîkariya dijminên Îranê tohmetbar kiribû.

General, Yehya Rehîm Sefewî herwiha derbarê serxwebûna Kurdistanê de gef li rayedarên Herêma Kurdistanê xwaribû û gotibû: “Kurdên Iraqê ji neviyên Aryayî ne û reh û bingehê wan îranî ye û pêwedniya wan li gel Îranê heye. Lê belê divê bizanin eger biçin nava wê lîstika siyasî, diyar nîne ku êdî Îran alîkariya wan bike.”

Rehîm Sefewî herwiha ew yek jî gotibû, ku “li Herêma Kurdistanê, partiya Talebanî pêwendiyeke gelek baş li gel Îranê heye, lê belê partiya Barzanî wisa nîne. Em ji dûrketina Herêma Kurdistana Iraqê ji hikûmeta navendî ya Iraqê nîgeranin, çimku wan hinek cur rêkevtin li gel zayonîstan (îsraîliyan) heye.”

Rudaw
Top