PDKÎyê daxwaza berdana Demirtaş û parlamenterên HDPê kir
Desteserkirin û piştre jî girtina hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag li gel çend parlamenterên din ên wê partiyê ji aliyê Tirkiyê ve rastî gelek bertekan hat.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî destserkirin û girtina hevserok û parlamenterên HDPê şermezar kir û daxwaz ji Tirkiyê kir, ku wan berde.
Cîgirê Sekreterê Giştî û Berdevkê Fermî yê PDKÎyê, Hesen Şerefî xemgînî û dilgiraniya xwe li hember destserkirin û girtina hevserok û hejmarek ji parlamenterên HDPê anî ziman û daxwaza zû berdana wan ji Tirkiyê kir.
Hesen Şerefî ragihand, ku hevserok û parlamneterên HDPê li Tirkiyê endamên partiyeke yasayî ne û bi dengê gel hatine hilbijartin.
Li gorî medyaya PDKÎyê, Şerefî wiha axivî:
“Di 4ê Mijdara 2016a de hevserokên HDPê û hejmarek parlamenterên wê partiye ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatine girtin. HDP li wî welatî partiyeke yasayî ye û parlamenterên HDPê bi şêwyekê yasayî û bi dengê gel hatine hilbijartin. Desteserkirin û girtina HDPyiyan cihê xemgîniyê ye û xizmetê nagihîne berjewendiyên xelk û Hikûmeta Tirkiyê.”
Wî berpirsê PDKÎyê herwiha tekezî li ser berdana hevserok û parlamenterên HDPê kir û daxwaz kir, ku pirsgirêk bi riya parlamentoyê û bi gotûbêjan werin çareserkirin."
Roja înê 4ê Mijdara 2016, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di operasyonekê de, hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag li gel 10 parlamenterên din ên HDPê destserkirin, ku piştre bo Demirtaş û Yuksekdag û 7 parlamenterên wê partiyê biryara girtinê hat dayîn.
Herwiha dadgehê ji 3 parlamenterên HDPê re jî bi şertê kontrola edlî, biryara berdanê dabû.
Herî dawî jî îro parlamenterê Colemêrgê yê HDPê Nihat Akdogan li Colemêrgê hat destserkirin.
Rudaw
