• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî: Tê çaverêkirin gelek kes ji Mûsilê koçberî Kurdistanê bibin

Gulan Media November 7, 2016 Nûçe
Serokwezîr Barzanî: Tê çaverêkirin gelek kes ji Mûsilê koçberî Kurdistanê bibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, tê çaverêkirin ku gelek kes ji Mûsilê, ji ber şer û operasyonan, koçberî Herêma Kurdistanê bibin.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li komek parlamenterên Brîtanî kiriye û bi wan re hevdîtin pêk aniye.

LI gorî nûçeya malperê, parlamenterên Brîtanî pesnê gelê Kurdistanê û Pêşmerge dane ku bi fedakarî û mêrxasî şerê terorê dikin û hejmarek mezin a koçberan jî dihewînin.

Hat gotin ku wan endamên parlamentoya Brîtanya behsa aramiya li Herêma Kurdistanê kirne û tekez kirine ku peywendiyên Hewlêr û Londonê dê bihêztir bidome.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya gel û hikûmeta Brîtanya kiriye ku him alîkariyên serbazî daye Pêşmerge him jî di warê hewandina koçberan de alîkariyên mirovî şandiye Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî behsa operasyona Mûsilê jî kiriye û diyar kiriye, tê çaverêkirin ku gelek kes ji ber şer û operasyonan ji Mûsilê koçberî Herêma Kurdistanê bibin lê ya girîng ew e ku divê welatên hevpeyman alîkariya Herêma Kurdistanê bikin da ku gelên herêma Nînowa razî û arxalîn bikin da ku vegerin ser mal û warê xwe.

Hat zanîn ku mijareke din a hevdîtina şanda Brîtanî û Serokwezîr Barzanî, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bûye.

Basnews
Top