Mîrê êzidiyan daxwaza hikûmetek xwecihî kir!
Di hevdîtinê de behsa pêşeroja parêzgeha Nînowayê hate kirin û mijarên weke, rewşa Mûsilê ya piştî nemana DAIŞê, aştiya di navbera neteweyên cuda de hatine gotûbêjkirin.
Herwiha Papa û Birîn Mîr Tehsîn behsa çawaniya parastina kurdên êzidî û kêmeneteweyên din ên bin destê DAIŞê kirin.
Birîn Mîr Tehsîn peyama Mîrê Êzidiyan gihande Papa ku di peyamê de 6 xalên giring hebûn:
Li Şingal û Nînowayê pêkanîna du hikûmetên xwecihî ku ev hikûmet ji aliyê civaka navdewletî ve bê çavdêrîkirin.
Rizgarkirina hemû kurdên êzidî û bi taybet jî jin û zarokên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin. Li gorî agahiyan gelek êzidiyên hatine revandin li Mûsilê tên ragirtin. Ji bo rizgarkirina wan ligel rêxistinên herêmê û navneteweyî hemahengî bê kirin.
Piştgirîkirina hewldanên Brîtanyayê li Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî ku dixwaze tawanên DAIŞê bibe dadgeha tawanên navdewletî û herwiha bi jenosîdnasandina komkujiya li dijî kurdên êzidî.
Ji bo alîkariya hemû penaber û koçberên li Kurdistanê dabînkirina alîkariyên mirovî. Herwiha piştgirî li 500 kurdên êzidî yên li giravên Yûnanîstanê bê kirin da ku derbasî welatên Ewropayê bibin.
Daxwaz ji hikûmetên lokalî û herêmî yên Rojhilata Navîn bê kirin da ku kêmeneteweyan, di nav de jî êzidî û mesihiyan biparêzin, rêzê li wan bigrin.
Piştî ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, dariştina plana nûjenkirin û avakirina Şingal û Nînowayê.
Rudaw
