Kuştina ciwanekî mesîhî li Kerkûkê bu sedema bertekên tund
Berpirsê saziya rewşenbîrî û ragehandina PDKê yê Kerkûkê Kawêz Mela Perwêz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dervey wan bûyerên ewlehiyê yên li Kerkûkê pêktên, wek kuştin û revandin û tiştên din jî li gel wan tewanane bi hatina DAIŞê û Heşdî şeibî ve gelek zêde bûne û bûye sedem rêvebeên siyasî yên Kurdistanê û berpirsên payebilind ên ewlekariyê jî bikevin navberê û lêkolîn û lêpirsîn di vê derbarê de bên destpê kirin.’’
Herwaha daxwaz dike: ‘’Herî kêm bila xwîna şehîdên Kerkûkê li ber çav bên girtin, ji ber bê hêvîbûn bi awayekî wa li Kerkûkiyan kiriye ku, rêyên din bigrin ber xwe.’’
Kawêz Mela Perwêz amaje bi vê jî kir ku tewanê dawiyê yê li Kerkûkê pêkhat û derbarê kuştina ciwanekî Mesîhî got: ‘’Ciwanek hatiye kuştin, kesek li vî welatî nakeve navberê, wekî ku êdî xwîna Kerkûkiyan vala û bê nirx e, ji ber vê divê saziyên ewlekariyê û aliyên din ên ewlekariyê bikevin navberê, lijneyekî ewlehiyê ava bikin, ku pêdaçûn û lêpirsîn li ser bûyerê bikin.’’
Berî naha efserê payebilind ê asayîşa Kerkûkê Eqîd Remezan Dilşad ji BasNewsê re ragehandibû ku dosyaya kuştina wî ciwanî hîn di lêpirsînê de ye û ji aliyê zîrevanên malbenda YNKê yên li Kerkûkê ve hatiye kuştin.
Basnews
