Qasim Silêman fermandariya hêzên Iraqê yên rojavayê Mûsilê dike
Cîgirê serokê desteya milîsên Heşdî şeibî Ebu Mehdî Muhendîs daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand, Qasim Silêmanê fermandarê sipaha quds a Îranê ye, li ser axa Iraqê ye û beşdarî operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê dibe.
Ebu Mehdî Muhendîs ragehand, Qasim Silêman fermandarê milîsên Heşdî şeibî û hêzên Iraqê yên eniya rojavayê bajarê Mûsilê dike.
Beşdarbûna fermandarê sipaha quds a Îranê û serpereştiya milîsên şîeyên Iraqê kirina wî, demekê ye ku berpirsên payebilind ên Iraqê gelek caran ragehandin ku, tu hêzekî biyanî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê nabe.
Berî naha di raportekê de rêxistina lêborîna navnetewî ragehandibû ku, milîsên şîe bi awayekî zêde binpê kirina mafê hemwelatiyên sunne dikin û ew binpê kirin dikevin nav tewanên şer de.
Basnews
