Cenzaeyê şehîd Dr. Silêman li Başûr bi merasîmekê leşkerî hat pêşwazîkirin
Êvariya îro yekşemî 6ê Mijdara 2016, saet 16:35 termê şehîd Sait Çurukaya ku di nava Hêza Pêşmerge de bi Dr. Silêman dihat naskirin, bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Başûrê Kurdistanê.
Cenazeyê pêşmergeyê şehîd doctor Silêman bi merasîmekê taybet a leşkerî hat pêşwazîkirin.
Di merasîma pêşwaziya li cenazeyê şehîd Dr. Silêman de, Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Ebdulmuheymen Barzanî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û gelek berpirsên hikûmetê, fermandeyên Hêza Pêşmerge, parlamenter, kesatiyên siyasî, çalakvan û welatî amade bibûn.
Ebdulmuheymen Barzanî ku bi nûneratiya Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma pêşwaziyê bibû, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Şehîd Dr. Silêman yekem û dawîn şehîdê Kurdistanê nabe, em şanaziyê bi doktor Silêman dikin. Wî di şerê li dijî DAIŞê de, roleke giring hebû di rakirin û pûçkirina mayînan de.”
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî ji Rûdawê re got: “Pêşmergeyên me yên şehîd, bi şanazî ve taca serê hemû kurdekê ne. Doktor Silêman yek ji mînakên şehîdên me yên baş e, ji ber wê jî emê li walîtiyê li ser çêkirina peykerekê bo şehîd Dr. Silêman biaxivin.”
Pişît ku bi merasîmekê fermî ya leşkerî de pêşwazî li cenazeyê şehîd Silêman hat kirin, cenazeyê wî ber bi bajarê Duhokê ve hat veguhastin û biryar e li wê derê jî pêşwaziyeke cemawerî lê were kirin.
Herwiha biryar e piştre cenazeyê wî pêşmergeyê şehîd bo Bakurê Kurdistanê bihê şandin, da ku li bajarê Çewligê bi axê were spartin.
Roja 26ê Comteha 2016, Dr. Silêman li gundê Tîsxiraba Mezin a girêdayî Başîkê ji ber teqîna bombeyeke DAIŞê bi giranî birîndar bû û piştî ku bo naxweşxaneyeke leşkerî ya Almanya hat şandin, di roja 30ê Cotmeha 2016ê de şehîd ket.
Dr. Silêman xelkê gundê Çelkan ê girêdayî bajarê Çewlig ê Bakurê Kurdistanê ye û heta temenê 20 saliya xwe li wî gundî jiyaye.
Rudaw
