• Monday, 23 February 2026
logo

Bi fermana Barzanî nav nivîsandina ji bo Liwayayekî Ereb nav hêzên Pêşmerge destpêkir

Gulan Media November 6, 2016 Nûçe
Bi fermana Barzanî nav nivîsandina ji bo Liwayayekî Ereb nav hêzên Pêşmerge destpêkir
Berdevkê fermî yê êlên erebên parêzgeha Nînowayê diyar kir ku: ‘’Liwayek ji bo pêşmergeyên ereb yên rojavayê Diclê dê bê pêkanîn û îro jî proseya nav nivîsînê destpêdike.’’

Berdevdê fermî yê êlên ereban, Mezahim Ehmed El hewit ji bo malpera partiya demokrata Kurdistanê aşkere kir ku: " Serokê herêma Kurdistanê ferman daye ji bo avakirina Lîwayeke ereban ku dikevne navçeyên rojavayê dicle, di nav hêzên Pêşmerge de ne.’’

Ew berpirse ku di heman demê de jî serokê êla çehîşeye dibêje ku :" Ew Lîwa ser bi wezareta pêşmerge dibe û kesên ku ji navçeyên Nînowa û rojavaya diclê ne, digre nav xwe, em jî wek êlên erebên Ninowa pêşewazî lê wê biryarê dikin ji ber ku em naxwazin ciwanên me û xelkê me biçin gel Heşdê Şeibî an jî her hêzek din. Pêkanîna wê Lîwayê li ser daxwaza wan êlên erebane, ku dikevne rojavayê dicle.’’

Herwaha dibêje ku: ‘’Ereb dizanin ku kes wan naparêze û ti alî ji sûdekê nagehînin wan, ne Mûsil, ne jî Bexda, tenê Kurdistan dikare û ew axa ku niha jî Pêşmerge diparêze Kurdistanê û erebên wan navçan jî serketinên Pêşmerge bi çavê xwe dibînin, ji ber vê yekê ji em naxwazin ti hêzeke din ji bo navçeyên me bê şandin em û Pêşmerge li gel yekbin û ev navçane jî Kurdistanî ne.’’

Wî got jî: "Ew prose jî îro destpêdike.

Basnews
Top