Serok Barzanî: Siyaseta Kurdistanê rêz li hemû netewe û ola digre
Îro yekşemê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Selahedînê, pêşwazî li şanda kutleya îtîlafa erebî ya encûmena nûnerên Iraqê ya di bin serokatiya Dr.Saleh Elmotleq de kir.
Di civînê de ku sekreter û endamên polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed amade bûn, li ser rewşa siyasî û leşkerî û pêşketinên hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî li şerê dijî terorê, li parêzgeha Nînowa û navçeyên derdora wê, gotebêj kirin û li ser hemahengî û pilanên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, wek bûyerek dîrokî bi navkirin û hêvî xwastin ku ew şere zû dawîbêt û kar ji bo avadankirina navçeyên azadkirî bikin.
Her di wê civînê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî teqez li ser siyaseta rêzdariya herêmê li hember pêkhateyên olî û netewî kir û got cûdayiyên netewî û olî li gel me tuneye û nabît û mêvandariya herêmê, li sedan hezar koçberan jî, vê yekê piştrastdike û baweriya me bi rêzgirtin û pêkvejiyana pêkhateyan ji aliyê netewî û olî ve heye.
Herwaha di wê civînê da li ser qonaxa piştî DIŞIê û proseya siyasî li Iraqê kir û teqez li ser parastina mal û jiyana xelkê sivîl û bê tawan kir divê carek din baweriyê li nav wan pêkhatan de çêkin.
