• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan: Kuştî jî kurd in, bikuj jî!

Gulan Media November 6, 2016 Nûçe
Erdogan: Kuştî jî kurd in, bikuj jî!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê girtina hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û hejmarek parlamenterên wê partiyê de yekemîn daxuyanî da û ragihand: “HDP li şûna ku li parlamentoyê siyaseta bike, mijûlî cîbicîkirina daxwazên Qendîlê bû.”

Îro yekşemî 6ê Mijdara 2016, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Zanîngeha Zanistên Tendirustiyê ya li bajarê Uskudarê gotarek pêşkêş kir û amaje bi pêşhatên dawîn ên li Tirkiyê kir.

Erdogan di gotara xwe de behsa girtina hevserok û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û ragihand: “Me daxwaza ji wan kir ku siyaseta bikin. Di parlamentoyê de 80 kursî bi dest xistin, lê belê roja piştre xelk dehf dan ku derkevin ser cadeyan. Li ser cadeyan 50 kes hatin kuştin. Bikuj û yên kuştî jî her kurd bûn.”

Erdogan di berdewamiya axavtina xwe de got: “Parlamenterên HDPê ji ber piştgiriya wan a bo PKKê hatine girtin, ew rêxistina ku berpirsê kuştina sedan kesan e. Ya herî dawîn jîn teqîna li Amedê bû, ku hemû ew kesên şehîd bûn, kurd bûn.”

Erdogan herwiha diyar kir: “Ew (HDP) li parlamentoyê li cihê ku siyaseta bikin, mijûlî cîbicîkirina daxwazên Qendîlê bûn.”

Derbarê bertekên welatan li ser girtina hevserok û parlamenterên HDPê de jî, Serokomarê Tirkiyê kir, ku wan nexşerêya xwe heye û Enqere guh nadin ti kes û welatekê.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê roja înê ya hefteya bihorî 4ê Mijdara 2016, hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 parlamenterên din ên HDPê di operasyoneke berfireh de desteser kirin û piştre dadgehê biryara girtinê bo Demirtaş û Yuksekdag û 6 parlamennterên wê partiyê da.

Herwiha dadgehê ji bo çend parlamenterên HDPê jî biryara serbestberdanê da.

Girtina hevserok û hejmarek ji parlamenterên HDPê rastî bertekên navdewletî hat û rayedarên çendîn welatan li ser asta bilind dilgiraniya xwe li hember wê yekê nîşan dan.

Li Başûrê Kurdistanê jî piraniya partiyên siyasî daxuyanî dan û jibilî ku dilgiraniya xwe li hember biryara girtina hevserok û parlamenterên HDPê anîn ziman, daxwaza demildest berdana wan jî kirin.

Rudaw
Top