• Monday, 23 February 2026
logo

Naverok civîna Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê

Gulan Media November 6, 2016 Nûçe
Naverok civîna Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê
Êvariya roja şemî 05.11.2016 birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê li gel şandekî bilinda serbazî ya artêşa Iraqê serdana bajarê Hewlêrê kir û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

Li civînê da hengavên operasyona azadkirina Mûsil û rewşa meydanî ya bereyên şer û serkeftinên dawî û pêşketinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê li mîhwerên Bakûr û Rojhilat û Başûrê Mûsilê hate nirxandin. Her wiha her dû alî xweşhaliya xwe bi asta bilinda hemahengiyê û karê hevbeşa Pêşmerge û Artêşa Iraqê li çarçêweya plana azadkirina Musilê nîşanda ku bûye sedema pêkhatina destkeft û serkeftina mezina serbazî û bi lezgînî têkşikandina terorîstên Da'îş.

Her li vê hevdîtinê de her dû alî behsa qurbanîdan û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqiyan û serxweşiyê li malbata şehîdan kirin û hêviya başbûnê ji bo birîndarên şerê dijî terorê xwest.

Li mijareke dina hevdîtina Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê de behsa rewşa koçberên Mûsil û avadankirin û gihandina xizmetguzariyê ji bo navçeyên azadkirî kirin.

Li vê civînê de tekez li ser parastina pêkhatên neteweyî û ayîniyên parêzgeha Nînowa û dewrûbera wê kirin.

Hêjayî gotinê ye li vê civînê de ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn.
Top