• Monday, 23 February 2026
logo

Fuad Husên: Pêşmerge û Heşda Şeibî naçin nav Mûsilê

Gulan Media November 6, 2016 Nûçe
Fuad Husên: Pêşmerge û Heşda Şeibî naçin nav Mûsilê
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ragihand, li gorî plana ji bo operasyona Mûsilê hatiye danan, Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî naçin nav Mûsilê.

Fûad Husên piştî pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê civîneke rojnamevanî sazkir.

Husên derbarê rojeva civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de got, ku dê hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bê gotûbêjkirin.

Derbarê armanca serdana Ebadî de jî Fuad Husên diyar kir, “Armanca serdana Ebadî guftugoya ser operasyona Mûsilê ye. Em hêvîdar in ku operasyon zûtir bi serkeftî, bidawî be. Di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de hemahengiyeke baş heye lê pêşmerge naçe nav bajêrê Mûsilê. Herwiha li gorî planê Heşda Şeibî jî naçe Mûsilê.”

Sokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh bi şev bi helikoptereke serbazî gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ve hate pêşwazî kirin.

Serokwezîrê Iraqê û fermandarê hêzên çekdarên Iraqê duh çûbû navçeya Bertileyê da ku ji nêzîk ve haydarî rewş û pêşdaçûnên hêzên ewlehiyê di operasyona Mûsilê de bibe.

Rudaw
Top