• Monday, 23 February 2026
logo

Qamişlo li dijî girtina serkirdeyên HDPê derket

Gulan Media November 6, 2016 Nûçe
Qamişlo li dijî girtina serkirdeyên HDPê derket
Xwepêşandaneke mezin li dijî kiryarên hikûmeta Tirkiyê derbarê binçavkirina serkirdeyên Partiya Demokratîk a Gela (HDP) de li bajarê Qamişlo bi rê ve çû.
Duh hejmareke mezin ji alîgirên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) xwepêşandanek li dijî kiryarên hikûmeta Tirkiyê derbarê binçavkirina 9 parlemanter û 10 serkirdeyan ji HDPê derket û ev kiryar jî şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de kesên beşdar ji civaka navdewletî xwestin ku fişarê li ser hikûmeta Tirkiyê bike, da ku ev girtî bêne berdan, herwiha ji bo rawestandina binpêkirina mafê mirovan li Tirkiyê.

Duh, her du Hevserokên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Gîgen Yuksekdag ligel 9 perlementerên din ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin girtin.

Bi girtina hevserok û endamên HDPê re jî gelek nerazîbûn derketin, ji wan jî Balyozxaneya Amerîka li Enqerê li ser malpera xwe ya Tiwîterê daxuyaniyek belav kir bû, tê de dilgiriyaniya xwe derbarê girtina perlementerên Kurd nîşan dabû.

Herwiha Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê dilgiraniya welatê xwe derbarê girtina Hevserok û Parlamenterên HDP nîşan da.

K24
Top