Artêşa Iraqê taxeke din ê Mûsilê kontrol kir
Duh demjimêr 07.00ê sibê Firqeya 9emîn a Artêşa Iraqê li rojhilatê Mûsilê, ji gundê Elî Reşê ve êrîşî çekdarên DAIŞê kir.
Piştî 10 demjimêran şer û bombebaranê, Firqeya 9emîn karî taxa Întîsar bi temamî kontrol bike.
Fermandarê Firqeya 9emîn Qasim Nazel piştî kontrolkirina taxê ji rojnamevanan re got: “Operasyon li gorî plana hatiye danîn dimeşe. Me karî em hemû hewlên wan pûç bikin û bikevin nav taxa Întîsar. Dê pêşdeçûna me berdewam bibe.”
Peyemanêrê Rûdawê ragihand, çekdarên DAIŞê piştî ku ji taxê derketine, bi topan li xelkê medenî dane.
Herwiha firokeyekî sîxûrî yê DAIŞiyan jî ji aliyê leşkerên Iraqî ve hatiye xistin.
Ji aliyê din ve, Firqeya 9emîn a Artêşa Iraqê li nava taxa Întîsar de lêgerîn pêkanî û derbarê çekdarên DAIŞê de ji xelkê taxê agahî wergirtin.
Rudaw
