• Monday, 23 February 2026
logo

Ebadî û Barzanî li ser şerê Mûsilê hevdîtin kirin

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
Ebadî û Barzanî li ser şerê Mûsilê hevdîtin kirin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku îşev ji nişkave bi helîkoptera serbazî gihîştibû Hewlêrê, li firokexaneya Hewlêrê bi Serok Barzanî re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de ku li ser şerê azadkirina Mûsilê û hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hat axaftin, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şêwirmendê Encumena Asasyişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe û wezîrê demkî yê Pêşmerge Kerîm Şingalî jî beşdar bûn.

Li gorî agahiyan, piştî civîna berfireh, Serok Barzanî û Ebadî bi tenê jî civiyan.

Hat gotin ku Ebadî ji eniya şer û ji gundê Bertile yê Başîkê derbasî Hewlêrê bûye.

Basnews
Top