Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Komara Çek li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Komara Çek li Iraqê pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û xweragiriya gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge hebû û piştevaniya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê û Pêşmerge dûpat kir. Her wiha behsa planên welatê Çek û Yekîtiya Ewrupa ya ji bo yarmetîdana koçberan û avadankirina navçeyên azadkirî kir.
Li beranber da Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çek nîşan da û li erk û karê wî yê nû da hêviya serkeftinê jî ji bo Balyozê Çek xwest.
Her li vê hevdîtinê de behsa êrîşên terorê li asta cîhanê û çawayiya rûbirûbûna hizra tundutîjiyê kirin û ronahî jî xistin li ser rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş û asta hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê û hevpeymanan bilind hate nirxandin.
