• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Iraqê dest avête qirika Mûsilê

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
Artêşa Iraqê dest avête qirika Mûsilê
Artêşa Iraqê û hêzên polîsên federal ên Iraqê îro danê sibê ji bejayî û esmanan ve dest bi operasyona bajarokê Hemam Elîl kirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, “Îro danê sibê ji du milan ve Artêşa Iraqê û hêzên polîsên federal ên Iraqê dest bi operasyona Hemam Elîl kirin. Hejmareke zêde yê tang û zirxpoşên Artêşa Iraqê ber bi bajarokê Hemam Elîl ve pêş dikevin.

Payemnêrê me da zanîn ku ji esmanan ve jî firoke û helicopter pêgehên DAIŞê yên nav bajarokê Hemem Elîl bombebrana dikin.

Li gorî gotina peyamnêrê me çekdarên DAIŞê hejmareke zêde yê xelkê sivîl li vê bajarokê kirine mertelên zindî.

Bajarokê Hemam Elîl dikeve 20 kîlometre başûrê bajarê Mûsilê û navçeyeke stratejîk e. Berpirsên leşkerî dibêjin, bi girtina Hemem Elîl dê guvaşa ser DAIŞê ya nav Mûsilê zêdetir bibe.

Herwiha berpirsên leşkerî yên Artêşa Iraqê jî diyar dikin ku dê îro bajarokê Hemem Elîl bi temamî bê kontrolkirin.

Rudaw
Top