• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîkayê li ser girtina Demirtaş bertek nîşan da

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
Amerîkayê li ser girtina Demirtaş bertek nîşan da
Amerîkayê derbarê operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî HDPê û girtina hevserok û parlamenterên wê partiyê, yekemîn bertek nîşan da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di saetên nîvê şevê de, li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyonek berfireh pêk anîn.

Di vê operasyonê de, hêzên ewlehiyê yên tirk her du hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 parlamenterên din ên HDPê binçav kirin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyê, derbarê binçavkirina parlamenteran û piştre jî girtina hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê nerazîbûna xwe li hember operasyona hêzên Tirkiyê ya li dijî HDPê nîşan da û ragihand, ku ew bi kûrahî ji wan pêşhatan aciz in.

Daxuyanî wiha dibêje:

"Girtina lîder û parlamenterên din ên HDPê ji aliyê Hikûmeta Tirk ve û pêşîgirtina destgihîştin bi ineternetê, em weke dost û hevpeyman, ji kûrahî ve aciz kirin."

Çi bibû?

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê nîveşeva bihorî 4ê Mijdarê, operasyonek li dijî HDPê dest pê kiribûn û di encamê de her du hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 parlamenterên din ên HDPê binçav kiribûn.

Piştre hevserok û parlamenterên HDPê derxistin pêşberî dadgehê û biryara girtinê ji hin parlamenteran re derket.

Herwiha dadgehê biryara girtinê bo hevserokên HDPê, Demirtaş û Yuksekdag da û ew her du kes jî hatin girtin.

Serokê Koma HDPê li Palamentoya Tirkiyê Idrîs Baluken û parlamenterên din ên HDPê, Nursel Aydogan, Leyla Birlik, Gulser Yildirim û Selma Irmak jî hatine girtin.

Ji aliyekê din ve dadgehê biryara berdanê bo 3 parlamenterên HDPê da.

Li gorî agahiyan, her sê parlamenter, Îmam Taşîier, Ziya Pîr û Sirri Surreya Onder bi biryara dadgehê hatin berdan.

Rudaw
Top