Li Hewlêrê bo piştgiriya HDPê xwepêşandan
Piştî ku nîveşeva derbasbûyî, di operadyoneke berfireh a hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de, hevserokên Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 parlamenterên wê partiyê hatibûn binçavkirin, îro bi biryara dadgehê, Demirtaş û Yuksekdag û 6 parlamenterên din ên bi navê Idrîs Baluken, Nusersel Aydogan, Leyla Birlik, Selman Irmak, Abdullah Zeydan û Ferhat Encu hatin girtin.
Dadgehê herwiha 3 parlamenterên HDPê yên bi navê Sirri Surreya Onder, Ziya Pîr û Îmam Taşçier ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.
Ji aliyekê din ve Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Sebahat Tuncel û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD anko DTK) Leyla Guven jî hatin girtin.
Bo protestokirina girtina hevserok û parlamenterên HDPê, îro înê 4ê Mijdara 2016 li bajarê Hewlêrê jî xwepêşandan hat sazkirin.
Endam û alîgirên HDPê û welatiyên sivîl li pêşberî Parka Şaneder a Hewlêrê kom bûn û kirdarên Hikûmeta Tirkiyê şermezar kirin.
Rudaw
