• Monday, 23 February 2026
logo

Hevpeymanîya Navdewletî: Piştevanîya pêşmerge û hêzên Îraqê dê berdem bin

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
Hevpeymanîya Navdewletî: Piştevanîya pêşmerge û hêzên Îraqê dê berdem bin
Hevpeymanîya Navdewletî ya dijî Daişê, piştevanîya xwe bo pêşmerge û hêzên Îraqî ragehand û dîyar kir, pêşveçûn berdewamin û operasyona Mûsilê gelek bi başî tê birêvebirin.

General Con Doryan, peyvdarê hevpeymanîya Navdewletî ya dijî Daişê ragehand; operasyona Mûsilê gelek bi başî tê birêvebirin û hêzên Îraqî di pêşveçûnê dane û terorîstên Daişê jî, di şikestinên berdewam dane û hevpeymanîya Navdewletî jî, berdewame li ser piştevanîya hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî û şîyaye bi êrîşên xwe yên asmanî, civata şûraya Daişê helweşîne û 3 hezar livîn û cihên terorîstan bike armanc.

Xuya jî kir, hevpeymanîya Navdewletî, çek û teqemenî û trombêlên serbazî û xwarinê bo hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî dabîn dikt, daku serkevtinê di operasyona mûsilê da bînin.

Got jî: Daişi gelek lawazbûye û hêzên hevpeyman jî, dê berdewambin li ser dîvçûn û kuştina serkirde û kesên nêzîkên Ebubekir Bexdadî.

War.tv
Top