Hevpeymanîya Navdewletî: Piştevanîya pêşmerge û hêzên Îraqê dê berdem bin
General Con Doryan, peyvdarê hevpeymanîya Navdewletî ya dijî Daişê ragehand; operasyona Mûsilê gelek bi başî tê birêvebirin û hêzên Îraqî di pêşveçûnê dane û terorîstên Daişê jî, di şikestinên berdewam dane û hevpeymanîya Navdewletî jî, berdewame li ser piştevanîya hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî û şîyaye bi êrîşên xwe yên asmanî, civata şûraya Daişê helweşîne û 3 hezar livîn û cihên terorîstan bike armanc.
Xuya jî kir, hevpeymanîya Navdewletî, çek û teqemenî û trombêlên serbazî û xwarinê bo hêzên pêşmerge û hêzên Îraqî dabîn dikt, daku serkevtinê di operasyona mûsilê da bînin.
Got jî: Daişi gelek lawazbûye û hêzên hevpeyman jî, dê berdewambin li ser dîvçûn û kuştina serkirde û kesên nêzîkên Ebubekir Bexdadî.
War.tv
