• Friday, 22 May 2026
logo

Partiyên Îslamî yên Başûr girtina parlamenterên HDPê şermezar kirin

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
Partiyên Îslamî yên Başûr girtina parlamenterên HDPê şermezar kirin
Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) girtina hevserok û parlamenterên HDPê şermezar kirin.

Firaksiyonên Komel, Yekgirtû û Bizûtnewe li Parlamentoya Kurdistanê, li ser girtina hevserok û parlamenterên HDPê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku girtina nûnerên gelê kurd li Kurdistana Bakûr, rewşê aloztir dike û xizmeta ti aliyekî jî nake.

Partiyên Îslamî yên Kurdistanê girtina siyasetmedarên Bakûr şermezar kirine û ragihandine, dewleta Tirkiyê li şûna diyalog û aşitiyê, berê xwe dide serkutkirin û jinavbirinê.

Wan partiyan daxwaz ji dewleta Tirkiyê kirin, pêvajoya aştiyê dîsa bide destpêkirin û hewla normalkirina rewşê bide.

Basnews
Top