• Friday, 22 May 2026
logo

DAIŞê êrîşa Amedê li xwe girt

Gulan Media November 5, 2016 Nûçe
DAIŞê êrîşa Amedê li xwe girt
Rêxistina DAIŞê bepirsiyariya êrîşa duh ya li Amedê ku di encamê de 2 jê polîs 9 kesan jiyana xwe jidest dabû, li xwe girt.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera DAIŞê Amaqê, êrîşa li navçeya Baglarê (Rêzan) ya li hember dibistana polîsan û Navenda Polîsên Teybet, bi otomobîleke bombebarkirî, ji aliyê endamên DAIŞê ve hatiye kirin.

Walîtiya Amedê ragihandibû ku di êrîşê de 9 kesan jiyana xwe jidest daye û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne.

Herwiha walîtiyê berpirsiyariya êrîşê avêtibû ser PKKê li di vê mijarê de PKKê ti daxuyanî nedane.

DAIŞê beriya çend rojan tomareke dengî belavkiribû ku dihate gotin ew deng yê xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ye. Di wê tomara dengî de Bexdadî Tirkiye weke hedef nîşan dida û digot: “Wê derê dagir bikin. Weke çemê xwîn birijin.”

Rudaw
Top